Hişyariya UNICEF`ê derbarê rewşa zarokên Xezzeyê
Berdevkê Sindûqa Zarokan a NY, UNICEF hişyarî da ku rewşa li zîvala Xezzeyê ji her demê xirabtir bûye û ti ciheke ewleh ji bo sivîlan nemaye.
Cêymz Êldêr zêde kir ku bajarê Xezzeyê hîn jî mala bi dehan hezar zarokan e ku piraniya wan seqet bûne û di şert û mercên xirab de dijîn. Zarokên Xezzeyê di bin zexta bênavber a êrişên hewayî de ji tirsan direcifin. Berdevkê `her wiha bibîr xist ku dayîna fermana giştî ya valakirina sivîlan bi tui awayî nayê wê wateyê ku mafê wan ê parastin û alîkariya navneteweyî ji nav çûye. Wî bal kişand ser rewşa mirovî ya li deverên başûrê Xezzeyê û got: Herêma Mewasî ku bûye sitargeha bi sedan hezar kesan niha yek ji cihên herî qerebalix ên cîhanê ye û niştecihên wê ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî bêpar in.