Hişyariya rêxistinên navneteweyî derbarê gurrbûna qeyrana mirovî li Xezzeyê
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê û Ajnasa Alîkariyê jibo Awareyên Filistînê (UNRWA) û Serkomîserê vê ajansê ragehandin ku Rejîma Siyonîst nahêle alîkarî bighêjin destê xelkê Xezzeyê û derbarê gurrbûna qeyrana mirovî li Xezzeyê hişyarî dan.
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê tevî ragehandina vêzariya xwe ji kiryara Rejîma Siyonîst a ji bo valakirina bi darê zorê ya xelkê Xezzeyê di peyamekê de tekez kir: Tevî banga dagirkerên Siyonîst ji bo derketina ji bajarê Xezzeyê û çûna ber bi başûrê vê navçeyê ve, xelk li bajarê Xezzeyê dimînin her çend rejîma Siyonîst rê li ber gihîştina alîkariyê bo xelkê Xezzeyê digire. Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê her wiha ragehand: Ttiştê ku Rejîma Siyonîst wekî navçeyeke mirovî li başûrê Xezzeyê diyar kiriye ji bo piştgiriya ji niştecihên heyî û kesên nûhatî zirûf û xizmetguzariyênên pêwîst tuneye. (UNRWA`yê jî di raporekê de ragihand: Zêdetirî 100 hezar filistînî hîn jî di stargehên vê saziyê li Xezzeyê de birçî dijîn û ji 6 mehan berî niha ve rê nehatiye dayîn ku alîkariya mirovî derbasî vê navçeyê bibin.
UNRWA`yê bi tekeziya ser pabendbûna ser berdewamiya pêşkêşkirina xizmetguzariyan tevî pirsgirêkên mirovî yên bêmînak diyar kir ku operasyona leşkerî ya Rejîma Siyonîst li bajarê Xezzeyê, bûye sedema awarebûna xelkê. Serkomîserê UNRWA`yê her wiha eşkere kir ku herî kêm 2 hezar kes li Xezzeyê dema ku li dû alîkariya xwarekê bûn ketin ber gulleyên Rejîma Siyonîst û şehîd bûn.
Fîlîp Lazarînî, Serkomîserê UNRWA`yê, hişyarî da ku çareserkirina qeyrana birçîbûnê li Xezzeyê tenê wextekê dikare pêk were ku rehet bikarbin serdana kesên hewcemend bikin.