Tebax 15, 2025 21:21 Asia/Tehran

Hevgavê eşkerebûna plana bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîst li rexê rojava saziyên navneteweyî û welatên cîhanê bi tundî ev kiryara rejîma Siyonîst şermezar kirin.

Duh û hevgavê viya ku wezîrê darayî yê tundrew ê Rejîma Siyonîst  roja pêncşemiyê Plana  bajarokçêkirinê ya E1 û destpêkirina bernameyekê bo girêdana bajarokekî siyonîst bi Qudsa dagirkirî ragihand, ji bilî komên filistînî, rêxistinên navneteweyî û welatên cîhanê ev kiryara Rejîma Siyonîst şermezar kirin.Hemas û komên Filistînî ev komploya Siyonîst şermezar kirin û tekez kirin ku plana bajarokçêkirinê ya Rejîma dagirker pêngavek xeternak e ku dixweze têkiliya erdnîgarî di navbera her du bajarên Ramullah û Beytlehmê de qut bike, lewma pêîwst e  ku civaka navneteweyî erbarê vê mijarê bêdeng nemîne. Îstifan Ducarîk Berdevkê  NY bal kişand  ser vê yekê ku  plana bajarokçêkirinê ya Rejîma Siyonîst li Rexê Rojava ya dagirkirî li dijî qanûna navneteweyî ye, bang li rejîmê kir ku bila  ev plana xwe betal bike.

Kaya Kalas,  Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, duh êvarê di daxuyaniyekê de ragihand: Biryara rayedarên siyonîst ji bo  çêkirina bajarokan qanûna navneteweyî binpê dike û hişyarî da: Ger ev plan cih were, yekbûna erdê  Filistînê dê were qutkirin û nakokî  li vê navçeyê zêde bibe. Wezîrên derve yên Fransa, Inglîz û Almanya jî bi tundî ev plana  Rejîma Siyonîst  şermezar kirin û daxwaza rawestandina  çêkirin abajarokên siyonîst kirin.Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Cîhanî ya Alimên  Misilman jî pesenkirina avakirina 3 hezar 400  malan li bajarokên nû ji aliyê Rejîam siyonîst ve li Rexê Rojava, ji wan li bajarê dagirkirî yê Qudsê şermezar kirin.Wezareta derve ya welatên Îslamî, ji wan Erebistana Siûdî, Îran, Iraq, Tirkiye, Oman û ... jî bi tundî ev komploya siyonîstan şermezar kirin.

Serepeyv