Gireva zêde ji 50 hezar karkeran li Losancilêsê
Nîsan 29, 2025 15:09 Asia/Tehran
Gireva berfireh ya zêde ji 50 hezar karkeran li Losancilêsê, raberkirina xizmetên gelanî di vî bajarî de xopan kiriye.
Berpirsên Yekîtiya Karkeran ya Pişka Gelanî ragihandin ku ev girev wek berteka li hember têkçûna muzakireyên bi peymankaran re ji bo bidestxistina girêbesteke nû ya xebatê ya piştî bi dawîhatina peymana berê di Adara buhurî de tê lidarxistin.
Zêde ji 55 hezar karker endamên vê yekîtiyê ne ku di warên curbicur de kar dikin. Berpirsekî vê yekîtiyê pêgîrî kir ku ew karkerana li dema qeyranên bidûhev ên Losancilêsê ji agirpêketinên berfireh bigire heta qeyranên tendirustî û civakî da kar kirine.