Adar 06, 2025 15:18 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Moskowayê li ser destwerdana rasterast a NATO`yê di şerrê dijî Rûsiyê de

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li bara dûhatên bicihbûna hêzên ewrûpî li Ûkraynê pêhişyarî da.

Sêrgêy Lavrov wek berteka li hember axiftinên Makron û gefa dijî Rûsiyê destnîşan kir ku bicihbûna hêzên ewrûpî li Ûkraynê tê wateya destwerdana rasterast û fermî ya NATO`yê li pevçûna bi Rûsiyê re. Wî herwiha got: Meriv nikare îznê bide bûyerek wiha biqewime. Lavrov berdewam kir: Em hema wisa li hêzên ewrûpî yên li axa Ûkraynê dinêrin ku li hebûna muhtemel a hêzên NATO`yê li vî welatî dinêrin.

Serepeyv