Borrell: Bila gotûbêjên sîyasî yên YEyê û Israyîlê bên sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352131-borrell_bila_gotûbêjên_sîyasî_yên_yeyê_û_israyîlê_bên_sekinandin
Berpirsê Sîyaseta Derve yê YEyê xwest ku gotûbêja di navbera vê yekitîyê û Israyîlê da were sekinandin.
(last modified 2024-11-14T11:22:15+00:00 )
Tesrîn 14, 2024 14:42 Asia/Tehran
  • Borrell: Bila gotûbêjên sîyasî yên YEyê û Israyîlê bên sekinandin

Berpirsê Sîyaseta Derve yê YEyê xwest ku gotûbêja di navbera vê yekitîyê û Israyîlê da were sekinandin.

Cozif Borrell Berpirsê Sîyaseta Derve yê YEyê xwest ku gotûbêja di navbera vê yekitîyê û Rejîma Sîyonîst da were sekinandin. 

Borrell tevî ku bû derengî lê ragihandîye ku gihîştîye vê bawerê ku Israyîl di şerê Xezzeyê da mafên merivan û mafên navdewletî binpê dike. Li gorî nirxandina çavdêr û medyayan, pêşnîyara sekinandina gotûbêjan sîgnaleke bitaluke ye ku aso û siberoja serederîya YEyê himber Israyîlê ray dide.

Ji hêla din va, Bernî Senderz senatorê esilcihû yê amerîkî jî, basa plana girtina pêşîya şandina çekan ji hêla Amerîkayê va bo Israyîlê kir û pêgirî kir ku idî ti şik û guman tineye Netanyahu bi birêxistina şerê hovane dijî gelê Filistînê li Xezzeyê, him qanûnên Amerîkayê û him jî qanûnên navdewletî binpê kirîye.