Reşnivîsa biryarnameya derxistina Rejîma Siyonîst ji NY
Mijdar 05, 2024 16:37 Asia/Tehran
Serokwezîrê Malêziyê got: Kiryarên bihêz, ji wan derxistina Îsraîlê ji NY li dû binpêkirinên mafên mirovan û jînûsayda li Xezzê, divê di zûtirîn dem de bên cihanîn.
Enwer Îbrahîm got ku welatê wî ji bo Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî reşnivîsa biryarnameyekê amade kiriye ku di nav de pêşniyara derxistina Îsraîlê ji endamtiya vê rêxistinê hatiye kirin.
Serokwezîrê Malêziyê tekez kir: Divê ev kiryara bihêz di zûtirîn dem da were cîbicîkirin. Îbrahîm anî ziman ku ew yeka herwiha rê dide ku alîkariyên bingehîn bigihêjin gelê Filistînê dema ku komkujiya wan her ku diçe girantir dibe.