Gotrêş daxwaza kir hemû cîhan dijî ramalîna etnîkî li Xezzê helwêstekê bigirin ber xwe
Sersekreterê NY hevgavê dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser bakûrê Xezzê daxwaza helwêsteka bihêz a cîhanî li hember ramalîna etnîkî ya filistîniyan di vê zîvalê da kir.
Antoniyo Gotrêş, pêhişyarî daye ku eger civaka navnetewî ji bo girtina pêşiya vê rewşê helwsêteka webirr negire ber xwe, pêkan e ku Têlavîv li Xezzê ramalîna etnîkî cih bîne. Ev daxwaza Gotrêş piştî jordaçûna hejmara sivîlên ku di encama bombebaranên bakûrê Xezzê ji aliyê artêşa terorê ve jorda çûne, raber dibin. Hevgavê viya li gorî raporan şandina alîkariyan bo Xezzê pirr kêm bûye û gihîştiye asta xwe ya herî kêm. Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê da ji bilî kawiliyên zaf û xelaya mirinbar, zêde ji hezaran filistînî ku para zêde ya wan jin û zarok in şehîd û birîndar bûne.
Gotrêş got: Em ê her karên ku pêkan be bikin ta ku alîkariya wan bikin ku li wir bimînin û pêşiya ramalîna etnîkî ya ku pêkan e ji ber biryarnedaneka bihêz a civaka cîhanî biqewime, bigirin.