NY: Nîvê hewildanên jibo şandina alîkariyê bo Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve asteng dibe
Rayedarekî nivîsgeha hemahengiyê bo alîkariên mirovî ya NY(OCHA) diyar kir ku nîvê hewildanên NY ji bo şandina alîkariyê ji bo Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye astengkirin.
Vî rayedarî got: Sedî 48ê hewldanên me yên ji bo gihêştina bo bakurê Zîvala Xezeyê ji ber dijberiya Îsraîlê işkest xwarine. Li gorî gotina NY, hevkarên wî gelek rêçare derbarê çawaniya şandina alîkariyên mirovî bo nifûsa dorpêçkirî pêşniyar kirin, lê aliyê îsraîlî li himber piranya wan dijberî kiriye.
Wî tekez kir ku rewşa niha li Zîvala Xezayê şiayna NY ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û pizîşkî ji bo xelkê vê herêmê lawaz dike.Beriya niha wezîrê ewlehiya navxweyî ya Îsraîlê daxwaza qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî li Xezayê kiribû.Îtmar bin Guwîr got, divê hemû alîkariyên mirovî yên derbasî Xezzeyê bibin bên rawestandin.