May 25, 2024 08:07 Asia/Tehran
  • Rêzgirtina Sekreterê Giştî yê NY li şehîdên xizetguzariyê serokomar û wezîrê karên derve yê Îranê girt

Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY êvariya roja Îniyê li gorî dema herêmê jibo rêzgirtin ji şehîdên serokomar Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reîsî û Husêyn Emîrabdollahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê li nûnertiya Komara Islamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, amade bû.

Antonyo Gotêrêş Sekreterê Giştî yê NY, êvariya duh înê li gor  dema herêmê, bi amadebûna li nunertiya Komara Îslamî ya Îranê li NY ,rêz li şehîd serokomar û wezîrê karên derve yê Îranê û şehîdên din ên qezaya jordektina helîkoptera Îranê girt. 

Gotêrşê li deftera  Bîranîna Dîplomatîk ya Nûnertiya Îranê ya di rêxistinê de ji bo rêzgirtina li  van şehîdan nivîsek bi destxeta xwe nivîsand û îmze kir.

Sekreterê Giştî yê NY,piştre bi balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY, Emîr Seîd Îrewanî  li nunertiya Îranê ku  Zehra Îrşadî Cîgira Nûnera Îranê jî  li wir  bû, hevdîtin pêk anî.

Gotêrêş di hevdîtina xwe ya kurt de li gel balyozê Îranê, hevxemiya xwe ji ber vê bûyera diltezîn nîşan da û hevxemiya xwe bi malbatên şehîdan û dewlet û gelê mezin ê Îranê  da diyarkirin û balyozê Îranê jî spasiya hevxemi û peyamên sersaxiyê yên wî kir.

Serepeyv