Hişyariya Sekreterê Giştî yê NY derbarê karesata mirovî li Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i345171-hişyariya_sekreterê_giştî_yê_ny_derbarê_karesata_mirovî_li_xezeyê
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Rewşa Xezeyê ber bi karesatekê ve diçe ku dê bandorên wê li ser filistîniyan û aştî û ewlehiya navçê nayê cebirandin.
(last modified 2023-12-07T00:45:14+00:00 )
Kanûn 07, 2023 04:13 Asia/Tehran
  • Hişyariya Sekreterê Giştî yê NY derbarê karesata mirovî li Xezeyê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Rewşa Xezeyê ber bi karesatekê ve diçe ku dê bandorên wê li ser filistîniyan û aştî û ewlehiya navçê nayê cebirandin.

António Guterres, bo cara yekê di dema  xebata xwe wek sekreterê giştî , bi bikaranîna xala  99 a manîfesta  NY, di nameyekê de ji serokê Konseya Ewlekariyê re, banga agirbesek mirovî ya bilez ji bo girtina pêşiya karesatek mirovî li Xezeyê kir.

Wî diyar kir ku ti cihekî ewle li zîvala Xezeyê nemaye û tekez kir: Civaka navdewletî berpirsyar e ku hemû bandor û desthilata xwe bikar bîne ji bo girtina pêşiya ziyanên zêdetir di nav sivîlan de û bidawîanîna qeyrana li zîvala Xezeyê.

Li gorî xala 99 a manîfesta NY Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê dikare bala Konseya Ewlehiyê bikişîne ser her mijarekê ku bi baweriya wî dibe ku parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bike xeterê.

Ajansa Alîkarî  û peydakirina kar a NY ji bo penaberên filistînî (UNRWA) jî ragihand ku Zîvala Xezeyê bûye yek ji cihên  herî bi talûke yê cîhanê û bi pêleke nû ya penaberên filistînî li başûrê vê herêmê, rewş  her kêliyê hîna xirabtir  dibe.