Derxistina bi dehan kesayetên bi nav û deng li Rojava ji ber piştgiriya wan ji Filistînê
Bii dehan kesayetên bi nav û deng li welatên rojavayî ji ber piştgiriya wan ji Filistînê ji karê xwe hatin derxistin.
Di halekî de ku şerê li Xezzeyê girantir bûye, çalakvanên seranserê cîhanê berê xwe didin qada dîjîtal. Ev mijar bûye sedem ku hejmareke zêde ji mirovan bizanin ku daxwaza agirbesê li Xezzeyê dibe sedem ew bên derxistin.
Maykêl Aysên sernivîskarê berê yê kovara I-Life ji ber parvekirina meqaleyeke henekê bona rexnekirina ji kar hat derxistin. Li Îngilîsê jî Partiya Karker, Endî Mek Donald, qanûndanerek ji ber axaftina li xwenîşandanekê ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê ji kar derxist.
Li Amerîkayê, xebata 18 salî ya Dêyvid Velasko di kovara Civîan Hunerî de ji nişka ve hat rawestandin, ji ber ku wî ev name bo daxwaza agirbesê weşandibû, ku 8000 hunermendan ew îmze kiribûn.Hin ji îmzekarên vê nameyê dibêjin ku koleksiyon-darên hunerî ew tirsandine.
Komên mafên mirovan ku çavdêriya van derxistinan dikin, amajeyîwê yekê dikin ku di warê bikaranîna mafê azadiya raderbirînê de nêrîneke newekhev heye. di halekî de ku em niha bûne şehedê serkutkirina herî mezin akesên ku dijberê şêr in.