Ji destpêka şêr heta niha 8 hezarzrokên yemenî canê xwe ji dest dane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343044-ji_destpêka_şêr_heta_niha_8_hezarzrokên_yemenî_canê_xwe_ji_dest_dane
Wezîrê mafên Mirovan li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Ji destpêka şerê hevalbendiya Seûdî-îmartaî dijî Yemenê heta niha, di encama êrişên rasterast ên hêzên vê hevalbendiyê, 8 hezar zarokên yemenî canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2023 04:49 Asia/Tehran
  • Ji destpêka şêr heta niha 8 hezarzrokên yemenî canê xwe ji dest dane

Wezîrê mafên Mirovan li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Ji destpêka şerê hevalbendiya Seûdî-îmartaî dijî Yemenê heta niha, di encama êrişên rasterast ên hêzên vê hevalbendiyê, 8 hezar zarokên yemenî canê xwe ji dest dane.

 Elî El-Deylemî, Wezîrê  Mafên Mirovan li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li Senayê got: Hevalbendiya Seûdî tim cinayetên xwe dijî zarokên yemenî didomîne.

 El-Deylemî bal kişand ser vê yekê ku kuştina rasterast û nerastrast ên zarokên yemenî tim didome û destnîşan kir: Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tu karek bo zarokên Yemenê nekirine û ev meseleya bûye sedem  ev sazî bên riswarkirin.

Erebistanê ji Adara 2015an va bi piştgiriya Amerîka, Îmarat û çend welatên din dest bi êrişa eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji erd û esman û deryayê va kiriye.

 Di encama şerxwzaiya Erebistan û hevpeymanên wê li Yemenê bi sedan hezar yemenî hatine kuştin û birîndar bûne û zêdetirî 4 milyon kes aware bûne.

 

 

منبع خبر