Ajokarên trenê li Inglîzê ketin girevê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341264-ajokarên_trenê_li_inglîzê_ketin_girevê
Ajokarên trenê li Inglîzê bona protestokirina qeyrana xercên jiyanê, rewşa nebaş a kar û şuxilan û kêmbûna miaşê, ketin grevê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2023 13:23 Asia/Tehran
  • Ajokarên trenê li Inglîzê ketin girevê

Ajokarên trenê li Inglîzê bona protestokirina qeyrana xercên jiyanê, rewşa nebaş a kar û şuxilan û kêmbûna miaşê, ketin grevê.

Li gorî rapora rojnameya The Guardian ê, ajokarên trenê ên 16-18 şîrketên Rêhesinê li Inglîzê bona protestokirina buhabûn û sersariya hikûmet avî welatî li himber rewşa debara wan, ji îro va bo 24 sietan ketin grevê û bi vî awayî seferên bi riya trenan li  Inglîzê îro îniyê û sibê şemiyê dê bên îbtalkirin.

 Ger çi hemî welatên ewrûpî di nava qeyrana aborî de dijîn û zama aborî êdî  ji kontrolê derketiye, lê li gor  nirxandina Rêxistina Hevkariya Aborê,  aboriya Inglîzê ji her babetî va di rewşa herî xirab pêka  welatên  endamê Koma Heftan de ye,.