Sekreterê Giştî yê NY'yê xwest ku pevçûnên li Sûdanê bilez bên rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341163-sekreterê_giştî_yê_ny'yê_xwest_ku_pevçûnên_li_sûdanê_bilez_bên_rawestandin
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li Sûdanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2023 11:46 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê NY'yê xwest ku pevçûnên li Sûdanê bilez bên rawestandin

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza rawestandina bilez a pevçûnan li Sûdanê kir.

Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê ragihand, NY daxwaza bidawîanîna bilez a pevçûnên heyî li Sûdanê dike.

Ji aliyê din va, Yekîtiya Pizîşkan a Sûdanê roja Şemiyê ragihand, Ji dema destpêbûna pevçûnan navbera Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn ên vî welatî afrîqî heta niha herî kêm 600 kes hatine kuştin ku derdora 100 kes ji wan welatiyên sivîl bûne û 2 hezar û 518 kes jî birîndar bûne.

Rewşa mirovî li seranserî Sûdanê xerab e û welatî tûşî kêmbûna giran a ardû, xwarin û nan bûne.

Sindoqa Zarokan a Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî jî di raporekê da ragihand ku her 7 saetan zarokekî sûdanî tê kuştin an birîndarkirin.