Brîtanîyayê dil heye rextên hilgirê Ûranyûma lawazbûyî bişîne Ukraynê, Rûsyayê jî bertek nîşan da
Rûsyayê biryara Brîtanyayê ya şandina rext û gulleyên hilgirê Ûranyûma lawazbûyî bo Ukraynê şermezar kir û ragihand, ev karê welatên rojavayî, dê Ukraynê veguherîne zibildanka maddeyên radyo-ektîvê.
Balyozxana Rûsyayê li Londonê di daxûyanîyekê da nivîsî: Dabînkirina gulle û rextên hilgirê Ûranyûma lawazbûyî ji hêla Brîtanyayê va bo Ukraynê cureke ‘’şîdeta tam û tekûz’’ e.
Berî vîya Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê şandina rext û gulleyên hilgirê radyo-ektîvê bo Ukraynê piştrast kiribû.
Di dewama daxûyanîya balyozxana Rûsyayê li Londonê da hatîye: Gotinên Cîgirê Wezîrê Berevanîya Brîtanyayê Cêymz Hîpî belgeyeke tal têkildarî dilrreqbûna Anglosaksonan ji bo tundkirina giştalî ya şerê biwekalet in ku wan xwe li Ukraynê bi rê xistin.
Cîgirê Wezîrê Berevanîya Brîtanyayê mukur hat ku rextên hilgirê Ûranyûma lawazbûyî ji bo bikaranîna di Tankên Çelêncêr-2yê da ku berî wiha radestî Kîyêvê hatibûn kirin, gihîştine meydana şêrr li Ukraynê.
Cêymz Hîpî herwiha got: Londonê çavdêrîyê ser bicihkirina wan çekana nake û ti sozek jî ji bo giritna pêşîya dûhatên bikaranîna wan piştî şêrr jî nedaye.
Di beşeke din a daxûyanîya balyozxana Rûsyayê li Londonê da hatîye: Berpirsyarîya bandoirên ‘‘rextên jehravî’’ dê ser milê dewleta Brîtanyayê be û London nikare bi radestkirina wan bo hêzên ukraynî xwe ji bersivdayînê vedize.
Di vî halê da Dag Wîyêr pisporê meseleyên têkildarî şêrr û jîngehê dibêje ku rextên hilgirê Ûranyûma lawazbûyî piştî ku li armancên qahîm dikevin, zerreyên kîmyewî û radyo-ektîv ji wan radibin û xetera toza bi dû bikaranîna wan radibe, ji bo mirovan heye.