Beriya gihîştina bahozê dibistan û balefirgehên Koreya Başûr hatin betalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336274-beriya_gihîştina_bahozê_dibistan_û_balefirgehên_koreya_başûr_hatin_betalkirin
Koreya Başûr bi nêzikbûna bahoza bi navê Hînamnûrê, dibistan xistin rewşa betlaniyê û firînên balefiran betal kir û xebata hin pêşeyan jî hatiye rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 14:05 Asia/Tehran
  •  Beriya gihîştina bahozê dibistan û balefirgehên Koreya Başûr hatin betalkirin

Koreya Başûr bi nêzikbûna bahoza bi navê Hînamnûrê, dibistan xistin rewşa betlaniyê û firînên balefiran betal kir û xebata hin pêşeyan jî hatiye rawestandin.

Rêveberiya Hewanasiyê ya Koreya Başûr ragihand, Çaverêtî heye ku ev bahoz ji bahozên herî mezin û bihêz li vî welatî be û pêşbînî tê kirin ku sibeha Sêşemiyê bigihêje peravên başûrê rojhilatê bajarê Bûsanê wek bajarê duyem ê herî mezin li vî welatî.

Serokomarê Koreya Başûr rojekê piştî wê yekê ku destûr da saziyên vî welatî da ku ji bo kêmkirina xisar û ziyanên vê bahozê tevdîrên pêwîst bigirin, rewşa awarte li vî welatî ragihand.

Meha derbasbûyî û di encama rabûna lehiyê li Seûla paytexta Koreya Başûr, herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest da û ziyan gihîşte bi hezaran malî.