Li bajarê Sîçuana Çînê bi lerza 6,1 rêşteran erdhejek pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334327-li_bajarê_sîçuana_Çînê_bi_lerza_6_1_rêşteran_erdhejek_pêk_hat
Di vê erdheja bi lerza 6,1 rîşterê de ku li eyaleta Sîçuan a Çînê pêk hat 4 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2022 15:12 Asia/Tehran
  • Li bajarê Sîçuana Çînê bi lerza 6,1 rêşteran erdhejek pêk hat

Di vê erdheja bi lerza 6,1 rîşterê de ku li eyaleta Sîçuan a Çînê pêk hat 4 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Deutsche Welle TV ragihand li gor agahiya ku ji Tora Erdhejnasiyê ya Çînê hat dayîn, li eyaleta Sîçuan (Sichuan) a li başûrê rojavayê vî welatî erdhejek bi lerza 6,1 rîşteran ev navçe hejand.

Li gorî agahiyan, erdhej 17 kîlometre di bin erdê de û li herêma Lûşanê ya bajarê Yanê 113 kîlometran dûrî navenda Sichuanê ye, qewmî .

Nûçegihaniya Sputnik jî di vê derbarê de ragihand: Di vê bûyerê de heta niha 4 kes hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Reutersê, ji ber erdhejê li hin deverên parêzgehê erd şimitiye.

Tîmên rizgarkirinê jî niha çûne cihê bûyerê. Muhtemel e hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.

Agahiyên zêdetir hîn nehatine belavkirin.