Xwenîşandana neraziyên dijî hilbijartinê li Fransayê veguherî pevçûna di gel polîs
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333169-xwenîşandana_neraziyên_dijî_hilbijartinê_li_fransayê_veguherî_pevçûna_di_gel_polîs
Bi sedan kes ji xelkê Fransayê wek nerzîtiya li hemberî encamên hilbijartina serokkomartiyê li bajarê Rênê derketin nav kolanan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana neraziyên dijî hilbijartinê li Fransayê veguherî pevçûna di gel polîs

Bi sedan kes ji xelkê Fransayê wek nerzîtiya li hemberî encamên hilbijartina serokkomartiyê li bajarê Rênê derketin nav kolanan.

Li pey ragihandina encamên seretayî yên hilbijartina serokkomartiya Fransayê û pêşengiya Emmanuel Macron li hemberî Mariyen Lo Pen, xwenîşandaneke berfireh li bajarê Rênê hat lidarxistin û di encamê da şûşeyên firoşgehan hatin şikandin û agir bi erebeyan xist.

 

Medyayên xwecihê yên Fransayê ragihand ku neraziyan li bajarê Rênê êrîşî ser vîtrînên dûkanan kir û bombeyên dûkelê teqandin û navbera wan û polîs pevçûn derket.

Dora yekem a hilbijartina serokkomartiyê ya Fransayê roja borî bi 12 berendaman li seransserî vî welatî hat lidarxistin.