Sibat 24, 2022 01:38 Asia/Tehran
  • Rûsya karmendên xwe ji Ukrayna derxistin

Rûsya ragihand ku karmendên xwe ji tevahî navendên nûnertiyên dîplomasî yên li Ukrayna birin, hemwextî wê Fransa soza pêkanîna cezayên li Rûsya diyar kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da zanîn ku wê dest bi derxistina karmendên xwe yên li tevahî navendên nûnertiya dîplomasî ya li Ukrayna kir û got, ev biryar ji bo parastina jiyana welatî û garantiya aştiya wan e.

Wezaretê bi daxuyaniyekê got, ji 2014’an ve balyozxana Rûsyayê ya li Kiev û kunsulusxanên giştî yên Rûsya li Odessa, Lviv û Kharkov rastî êrişan tên. Li dijî navenda rûsî ya zanist û çandê ya li Kievê her tim şantajî hebûn. Her wiha milkên navendê jî rastî ziraran hatin.

Li aliyekî din jî, wezîrê dewleta Fransa ya karûbarên ewropî Clement Bon ragihand ku piştî Moskowê îtîraf bi serxwebûna herêmên Donetsk û Luhansk ên li rojhilatê Ukrayna kir dê cezayên YE’yê li dijî Rûsyayê vê êvarê yan jî sibe bikevin miryetê.

Li gorî AFP’ê, Clement Bon ji radyoya France Inter got bi hevkariya Amerîka û Brîtanyayê hin bertekên lez ji hêla ewropa ve hebûn. Ev ceza dê vê êvarê yan sibe bikevin pratîkê.

Bon diyar kir ku piştî niha Rûsya û bankên wê nikarin bi rêya sûkên ewropî xwe fînanse bikin.

Serepeyv