Sibat 15, 2022 22:41 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Beşek ji leşkerên rûs ên li ser sînorên Ukraynayê vegerîn cihê xwe

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku beşek ji hêzên wê yên li nêzî sînorên Ukraynayê vegerîn baregehên xwe.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku leşkerên Rûsyayê vedigerin baregehên xwe yên leşkerî.

Konaşenkov got “Yekîneyên herêmên leşkerî yên Başûr û Rojava yên ku peywira xwe temam kirin, îro wê vegerin garnîzonên xwe.”

Ev daxuyanî wekî sînyaleke nermbûna aloziya bi welatên rojava re hate nirxandin.

Sûcdariya welatên rojava ev e ku Rûsya ji bo dagirkeriya Ukraynayê amadekariyan dike. Rayedarên Amerîkayê jî di rojên dawîn de diyar dikirin dibe ku operasyona dagirker dest pê bike. Rûsya jî îddîayên dagirkeriyê qebûl nedikir û dixwest were diyarkirin wê Ukrayna tevlî NATO’yê nebe. Welatên rojava heta niha ev daxwaz red dikirin.

Beriya muzakereya di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schûlz ev vekişandin pêk hat. Beriya Schûlz hefteya borî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron çûbû Moskowê.

Serepeyv