Li Amerîkayê di 24 saetên borî de 2 hezar 590 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
Li Amerîkayê di 24 saetên borî de 2 hezar û 290 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor amarên zankoya Johns Hopkins, li Amerîkayê di 24 saetên borî de 2 hezar û 590 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane li Amerîkayê geheşt 690 hezar û 641 kesan.
Hat ragehandin li Amerîkayê heta naha 43 milyon û 124 hezar û 884 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Li Amerîkayê eyaleta California heta naha 4 milyon û 698 kes bi vîrusa koronayê ketine û ew eyalet li wî welatî di rêjeya pêketina vîrusa koronayê de rêza yekem de ye. Li dû wê eyaleta Texasê bi 4 milyon û 29 hezar pêketiyan ve rêza duyem de û bi 3 milyon û 582 hezar zêdetir pêketiyan ve jî eyaleta Florîda rêza sêyem de cîh digre.
Herwaha li eyaleta California heta naha 68 hezar û 767 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane, li eyaleta Texasê jî 64 hezar û 192 kes û li New Yorkê jî 55 hezar û 204 kesan jiyana xwe ji dest dane.