Serokomarê Rûsyayê xwe qarentîn kiriye
Koşka Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber zêdebûna bûyerên tûşbûna bi vîrusayê koronayê li derdora wî, xwe îzole dike û dikeve qarantînayê.
Li gor daxuyaniya Kremlînê, Serokomarê Rûsyayê piştrast kiriye ku “rewşên pêketina bi koronayê li derdora wî” hatine dîtin.
Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê herwiha ragihandiye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro sêşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel Serokomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman aşkere kiriye, ku ji ber peydabûna bûyerên tûşbûna bi vîrusa koronayê li derdora wî, pêwîst e heta “demekî diyarkirî” xwe îzole û qarantîn bike.
Di daxuyaniya Krmlînê de hatiye diyarkirin ku Putin dê bi rêya vîdyokonferansê beşdarî civînên plankirî yên Konseya Ewlekariya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (ODKB) û civîna Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê bibe.
Koşka Serokatiya Rûsyayê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku hevdîtin û randevuyên Putin ên ku pêştir hatine plankirin, dê bi vîdyokonferansê bên kirin.