Tebax 28, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • McKenzie: Li Efxanistanê em pêşbînîya êrîşên nû dikin

General Frank McKenzie, serokê Fermandarîya Navendî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê (CENTCOM) got ku fermandarên Amerîkî pêşbînîya pirtir êrîşên DAIŞê dikin.

General Frank McKenzie got ku DAIŞ dikare bi roket yan otomobîlên bombekirî balafirgehê bikin armanc û ew hemî tiştên pêdivî dikin ku xwe amade bikin.

McKenzie anî ziman ku hin îstîxbarat bi Talîban re tê parve kirin û ew bawer dike ku "hin êrîş ji hêla wan ve hatine têkbirin".

Zêdetirî 20 welatên hevalbend yên NATO'yê ku xebatên derxistina hemwelatîyên xwe û yên efxan bi fîrînin ji Kabulê dimeşînin ragihandin ku ewê îro xebatên xwe temam bikin.

DAIŞê berpirsîya êrîşa li Kabulê, girtiye ser xwe.

DAIŞê dîyar kir ku çekdarekî wan yê xwekuj, li Kampa Baran ya nêzî Balafirgeha Kabulê kembera bi bombe teqandiye.

Pentagonê îro piştrast kir ku êrîş ji alîyê xwekujekî ve hatiye kirin, ne ji hêla du kesan wekî ku berê dihat texmîn kirin.

Herwiha ligor zanyariyan ji ber wê teqînê herî kêm 170 kes miribûn.

Serepeyv