Li Hindîstanê di 24 saetan de 4 hezar û 157 kesên din bi vîrusa koronayê mirin
Li Hindîstanê di 24 saetên borî de 4 hezar û 157 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li Hindîstan a ku di rêzbendiya cîhanê de piştî Amerîkayê welatê duyem e ku herî zêde pêketinên vîrusa koronayê lê heyî û herwaha sêyem welat e ji babeta mirina pêketiyên Koronayê.
Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiya Hindîstanê di 24 saetên borî de 208 hezar û 921 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî heta naha 27 milyon û 157 hezar û 795 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Herwaha di 24 saetên borî de 4 hezar û 157 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta niha hejmara pêketiyên ku jiyana xwe ji dest dane li Hindîstanê geheştiye 311 hezar û 388 kesan.
Hat ragehandin heta naha 24 milyon û 350 hezar û 816 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne û derman kirina 2 milyon û 495 hezar û 591 kesan jî berdewam dike.