May 09, 2021 12:13 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên êrîşa terorîstî ta Kabulê zêde bû

Hejmara goriyên êrîşa terorîstî li dibistaneke Kabulê gihîşte 55 kesî û hejmara birîndaran jî bû 151 kesî.

Li gorî rapora IRNAyê, Bi zêdebûna hejmara goriyên êrîşa terorîstî li Kabulê, berpirsên nexweşxaneya Kabulê ji gel xwestin ku jibo alîkariya birîndarên xedar xwînê bidin.

Li gorî vê raporê, pirraniya kuştî û birîndarên vê êrîşê xwendekar in.

Dewleta Efganistanê koma Talibanê berpirsa vê êrîşê daye nasandin, lê koma Talibanê ev yek red kiriye û DAIŞ wek berpirsa wê daye zanîn.

Ev êrîş tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û derveyî bûye.

 

 

Serepeyv