Li Burkina Faso di êrîşeke çekdarî de 20 kesan jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326087-li_burkina_faso_di_êrîşeke_çekdarî_de_20_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_da
Li eyaleta Komodjarî ya li rojhilatê Burkina Fasoyê êrîşeke çekdarî pêkhat û di êrîşê de 2 leşker û 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn êrîş ji aliyê ‘’Çekdarên Nasnameyên wan nediyar (HANI)’’ ve pêkhatiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 18:09 Asia/Tehran
  • Li Burkina Faso di êrîşeke çekdarî de 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Komodjarî ya li rojhilatê Burkina Fasoyê êrîşeke çekdarî pêkhat û di êrîşê de 2 leşker û 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn êrîş ji aliyê ‘’Çekdarên Nasnameyên wan nediyar (HANI)’’ ve pêkhatiye.

Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya Burkina Faso êrîş li ser gundê Hantoukoura pêkhat û gelek mal û embarên dexil hatin şewitandin û 2 leşker û zêdetirî 10 kesên sivîl jî hatin kuştin.

Hat ragehandin ku êrîş ji aliyê Çekdarên Nasnameya wan nediyar (HANI) ve pêkhatiye.

Ji sala 2015ê ve li Burkina Faso êrîşên terorîstî pêktên û ji ber wan êrîşên ku sivîl û leşkeran dike armanc, bi hezaran kes bi naçarî derbasî herêmên bi ewle bûne.