Nîsan 10, 2021 23:51 Asia/Tehran
  • Li ber avahiya Wezareta Parastina Ermenistanê civîn

Malbatên leşkerên ku beşdarî şerê Qerebaxê yê vê dawiyê bûn, li ber Wezareta Parastinê ya Ermenistanê civiyan ku vegera zarokên xwe dixwazin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnim roja Şemiyê, di vê çarçoveyê de, malbatên nerazî li ber avahiya Wezareta Parastina Ermenistanê kom bûn û dirûşma "Zarokên me vegerînin" qiriyan.

Ev kesana ji malbatên wan kesan in ku di şerê Qerebaxê de hatine kuştin an jî bê sert û şûn bûne. Wan ji karbidestên Wezareta Parastina Ermenistanê xwestiye ku rewşa zarokên wan zelal bikin.

Xwepêşanderan gef xwarin ku dê têkevin avahiya wezaretê ger daxwazên wan neyên qebûl kirin.

Di dema xwepêşandanan de, personelên wezaretê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên gengaz ên xwepêşanderan, bi helîkopterê hatin derxistin.

Di derbarê şerê 44 rojî yê Qerebaxê de, Komara Azerbaycanê ragihand ku 3,400 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin û 100 jî winda ne. Her weha Ermenistanê bi fermî ragihand ku 2,425 leşker di şer de hatine kuştin.

Serepeyv