Werzîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê çûn Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325175-werzîrên_karên_derve_yên_fransa_almanya_û_Îtalyayê_çûn_lîbyayê
Wezîrên karên derve yên Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Almanyayê Heiko Maas û yê Îtalyayê Luigi Di Maio duh çûn Lîbyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2021 05:41 Asia/Tehran
  •  Werzîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê çûn Lîbyayê

Wezîrên karên derve yên Fransayê Jean-Yves Le Drian, yê Almanyayê Heiko Maas û yê Îtalyayê Luigi Di Maio duh çûn Lîbyayê.

Wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Îtalyayê duh gihêştin paytexta Lîbyayê Terablusê da ku dan û standinan bi serokê hikumeta nû ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe re pêk bînin.

Li gorî ajansa AFP`ê, dê her sê wezîr tevî hempîşeyê wan ê lîbyayî li Terablusê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin. Ev yek di çarçoveya piştgirîdayîna Ewropayê ji bo desthilata nû de ku meha borî li Cinêvê hatibû helbijartin, pêk tê.

Serdan piştî kêmî du hefteyan ji avakirina hikumeteke nû ya Lîbyayê ya yekbûyî ku berpirsa rêveberina qonaxa demkî û hilbijartinên giştî yên di dawiya îsal de ye, pêk tê.

Ajanseke Îtalyayê jî li gorî çavkaniyan ragihand ku her sê wezîr gihêştin Terablusê û bi wê yekê erka dîplomasiyê ya Ewropayê li Lîbyayê dest pê dike.