Plosî: Komarxwazên tirsonek bûn sebeb Trump were bêgunehzanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324093-plosî_komarxwazên_tirsonek_bûn_sebeb_trump_were_bêgunehzanîn
Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê wek berteka bo dengê neyînî yê hin komarîxwazan bo mehkemekirina Donald Trumpê serokomarê berê yê Amerîkayê li dadgeha Senayê, got: Komeke komarîxwazên tirsonek bûn sebeb Trump were bêgunehzanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2021 05:47 Asia/Tehran
  • Plosî: Komarxwazên tirsonek bûn sebeb Trump were bêgunehzanîn

Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê wek berteka bo dengê neyînî yê hin komarîxwazan bo mehkemekirina Donald Trumpê serokomarê berê yê Amerîkayê li dadgeha Senayê, got: Komeke komarîxwazên tirsonek bûn sebeb Trump were bêgunehzanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Nansî Plosî, Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê li Kongreya Amerîkayê ragihand: Tiştê ku îro (Şemî) li Senayê me dît, komeke tirsonek ji komarîxwazan bû ku bijardeyeke din tunebûn û ji berevaniya derheqê karê xwe ditirsiyan.

Serê axir di dadgeha istîzaha Trump li Senaya Amerîkayê 57 kes ji senatoran ku wek desteya Venihêrînê ya vê mehkemeyê sond xwaribûn, sûcdarbûna Trump pejiranndin û 43 senatoran jî ev yek red kirin.

Ji bo mehkûmkirina Trump diviyabû ku herîkêm 67 kes ji senatoran dengê erê bidana bo sûcdarbûna wî.