Plosî: Êrîşkerên ser Kongreyê têrorîstên navxweyî ne
Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê (Kongre) piştgirên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku di meha Çileyê da beşdarî êrîşa li ser Kongreyê bûn, wek Têrorîstên Navxweyî da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Cevanê, Nansî Plosî, Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê (Kongre) di vîdyoyekê ku li ser twittera xwe weşand da ragihand: Êrîşkerên ku roja 6ê Çileya 2021ê êrîşî ser Kongreyê kirin, ji bilî Kongreyê qanûnên Amerîkayê jî kirin hedef. Meha bihurî ajawegêran bi êrîşa li ser Kongre û Demokrasiya me, gef li endamên Kongreyê, Polîs, kedkar û karmend û kadroya Piştgiriyê ku vî welatî bi rê ve dibin, xwarin.
Plosiyê êrîşa li ser Kongreyê wek birînek di leşê Demokrasiya Amerîkayê da zanîn û got: Kiryareke wiha ji aliyê têrorîstên navxweyî va dê qet neyê jibîrkirin û em daxwaza cihanîna edaletê di vî warî da dikin.