Gûtêrêş bo cara duyem bû berendamê Sekreteriya giştî ya NY
Çile 12, 2021 08:32 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê NY jibo çalakiuya di vê postê da bo heyameke pêncsalî ya din amadetiya xwe ragihand.
Li gorî rapora Fars Newsê, Berdevkê NY Duşemiyê bi şev got ku Antoniyo Gûtêrêş Sekreterê giştî yê NY ji serokê Civata Giştî û Konseya Ewlehiyê ya NY ra ragihandiye ku jibo xizmeta di vê cîgehê da bo heyameke din a 5salî amade ye.
Antoniyo Gûtêrêş siyasetvanekî portekîzî ye ku wek nehemîn Sekreter giştî yê NY dixebite
Gûtêrêş di 1ê Çileya 2017an da ji aliyê nûnerên vê civatê va wek Sekreterê giştî yê NY hat bijartin.