Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 3 milyon û 280 hezar kesan borî
Çile 05, 2021 23:07 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û li wî welatî zêdetir ji 59 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 05.01.2021ê li Rûsyayê 24 hezar û 246 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî gihêştiye 3 milyon û 284 hezar û 384 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 518 kesên din ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li wî welatî geheşt 59 hezar û 506 kesan.
Heta naha li Rûsyayê 2 milyon û 662 hezar û 668 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.