Mijdar 25, 2020 09:26 Asia/Tehran
  • Rûsiye û Tirkiye li ser Qerebaxê nakok in

Pêgiriya Tirkiyê li ser hebûna çekdarên vî welatî li navçeya Qerebaxê, bûye sebeba nakokiya vî welatî digel Rûsiyê

Li gorî rapora Reutersê, Rayedarekî dewleta Tirkiyê ku nexwest navê wî were aşkirakirin, got: Mijara bicihbûna çekdarên Tirkiyê wek hêzên Çavdêr li Qerebaxê nakokiyaa herî mezin a navbera Enqere û Moskoyê ye.

Wî got: Ev di halekî da ye ku hebûna çekdarên Tirkiyê li Qerebax bi nêrîna Rûsiyê tam ne pêwîst e.

Wî her wiha got: Gotûbêj li Moskovayê didomin û Tirkiyê çaverêtî heye ku di dawî da ew welata û Rûsiyê li hev bên.

Ev di halekî da ye ku Rûsiyê pêştir ragihandibû: Tenê parêzvanên aştiyê yên Rûsiyê li Qerebaxê bi cih dibin û di nivîsa peymana vê dawiyê navbera Rûsiye, Komara Azerbaycanê û Ermenistanê, mijara hebûna Tirkiyê nehatiye qeydkirin.

Ermenistan û Komara Azerbaycanê roja 10ê Mijdarê bi navcîtiya Rûssiyê jibo bidawîanîna şêrr li Qerebaxê li hev kirin.

 

Serepeyv