Mijdar 21, 2020 16:31 Asia/Tehran
  • Piştî belavbûna

Dezgehên çapemeniyê yên Ermenistanê regihandin ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu îro bi şandeyeke rûsî re gihîşt Erîvanê. Tê payîn ku werzîrê rûsî bi serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan re bicive.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên ji hikumeta Ermenistanê ragihandin ku Nikole Pashinyan gihîştiye Erîvanê û tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak û rayedarên din jî bigihêjin paytexta Ermenistanê.

Çavkanî da zanîn ku endamên şandeya rûsî dê îro bi serokwezîrê Ermensitanê Nikole Pashinyan re bicivin.

Ev serdana şandeya rûsî piştî ragihandina Shoigu ya bidawîbûna belavkirina "Hêzên Parastina Aştiyê" yên Rûsyayê li herêma Qerebaxê pêk tê.

Roja Înê, serokê Rûsyayê Valdîmir Pûtîn gotibû ku doza danûstandinan a li Qerebaxê ji bo Rûsyayê girîng e. Lavrov jî li ser hewldanên astengkirina peymana girêdayî Qerebaxê, hişyarî dabû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi navbeynkariya Rûsyayê di 9`ê vê Mijdarê de ji bo bidawîkirina operasyonên leşkerî li Qerebaxê, peymana agirbestê îmze kiribûn.

 

Serepeyv