Mûşekek li hewşa Balyozxaneya Îranê li Kabulê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321601-mûşekek_li_hewşa_balyozxaneya_Îranê_li_kabulê_ket
Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê qala lêketina mûşekekê li hewşa vê balyozxaneyê li Kabula paytexta Efganistanê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 10:34 Asia/Tehran
  • Mûşekek li hewşa Balyozxaneya Îranê li Kabulê ket

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê qala lêketina mûşekekê li hewşa vê balyozxaneyê li Kabula paytexta Efganistanê kir.

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê roja Şemiyê di twittera xwe da nivîsî: Xweşbextane ji ber lêketina mûşekê li balyozxaneyê tu ziyaaneke canî çênebûye, lê gellek tîr û terkeş  li avahiya sereke, şûşe, bingeh û amûrên Balyozxaneylê ketin.

Navçeyên cûrbecûr ên Kabulê îro ketin ber çar roketan ku di encamê da sê kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Heta niha kom an kesekî berpirsiyariya van êrîşên mûşekî negirtiye ustiyê xwe.

Bajarê Kabulê, Paytexta Efganistanê ji dema pêvajoya aştiyê ya bê encam di du mehên bihurî da bûye meydana bi dehan teqînên têrorîstî ku di encamê da bi sedan kes hatine kuşt in an birîndar bûne.