Mijdar 16, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • NASAyê SpaceX ber bi Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî ve şand

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), bo cara yekê 4 astronot bi rêya keştiya asmanî (Mûşeka Asmanî) ya Space X Crew Dragon ber bi Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî ve bi rê kir.

Keştiya asmanî ya Space X Crew Dragon, ligel 4 astronotan roja Yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Kennedy ya Asmanî li eyaleta Folridayê bo fezayê hat avêtin. Bi dehan sal berî niha, astronotên Amerîkî bi rêya Mûşekên Asmanî yên Rûsî yê bi navê Soyuz diçûn Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî.

Keştiya asmanî ya SpaceX piştî rêwîtiyekê ku dê 27 saetan bikêşe, roja Duşemê bi dema herêmê saet 23.00an dê bigihîje Wêstgeha Asmanî ya Navdewletî (ISS).

Sê astronotên Amerêkî û astronotekî Japonî di wê keştiya asmanî de ne. Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî dê 6 mehan li ISSê bimînin.

Rêvberê NASAyê, Jim Bridenstine di konfransekê de ragihand ku ev rojeke giring e ji bo Amerîka û Japonê. 

Piştî 12 xulekan û piştî ku keştiya asmanî gihîşte bilindahiya 200 kîlometran herwiha leza wê jî gihîşt 27.000 kîlometran di saetekê de, kepsûla asmanî bi awayekê serkeftî ji beşa duyem a rokêtê cihê bû.

Space X dîmenên zindî yên astronotan li hindirê Kepsûlê belav kirin, ku berî niha ne ji aliyê Amerîka û ne ji aliyê Rûsya ve nedihatin belavkirin.

NASA berê xwe da Space X û Boeing piştî giritna bernama Space Shuttle di sala 2011 an de, ku ew proje biserneket.

SpaceX ji aliyê Elon Musk di sala 2002an de hat çêkirin, herwiha ket pêşiya rikeberê xwe Boeing ku sala derbasbûyê di pişkinîna Starliner de biserneket. 

Serepeyv