Mijdar 14, 2020 22:31 Asia/Tehran
  • Ermeniyên Qerebaxê malên xwe dişewitînin

Nişteciyên herêma Nagorno Qerebax, berî ku malê xwe bicih bihêlin û Azerî bêne û li cihê wan niştecî bibin, malên xwe dişewitînin.

Li gor wan dîmenên ku hatine belavkirin, li bajarokê Kalbacar, Ermeniyan dest bi şewtandina malên xwe kirine.

Li gorî rêkeftina agirbestê  divê xelkê wê herêmê heta 15 mehê ji malên xwe derkevin û navçeyê vala bikin. Ew navçe 26 sal in di bin destê hêzên ser bi Ermenistanê de bû.

Li gorî rêkeftina Ermenistan û Azerbeycanê ya bi navbeynkariya Rûsya, desthilata Nagorno Qerebax dikeve destê Azerbeycanê, Azerî vê yekê bi serkeftinê didin zanîn û Ermenî jî vê şikestinê dixin stûyê hikûmetê.

Di şerê di navbera herdû aliyanj de ku 6 hefteyan dirêj kir û ji 27 Îlonê destpê kir, 5 hezar leşker û xelkê sivîl ji herdû aliyan hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di şerê Qerebaxê de 2317 serbazên wan hatine kuştin.

Serepeyv