Mijdar 10, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Bertekên derbarê rêkeftina agirbestê ya navbera komara Azerbaycan û Ermenistanê

Piştî belavbûna zanyariyên derbarê rêkeftina agirbestê de, karvedan û bertekên li hemberî vê rêkeftinê, li Komara Azerbaycan û Ermenistanê cuda ji hev bûn. Neraziyên vê rêkeftinê li Yêrîwana paytexta Ermenistanê êrişî ser buroya serokwezîrê vî welatî kirin.

Li Baku ya paytexta Azerbaycanê xelk bi alên welatê xwe derketin cadeyan û dest bi keyfxweşiyê kirin, lê li Yerîvan a paytexta Ermenistanê, hejmarek xelkê nerazî ji nîveşevê ve xwepêşandan kirin û bi ser avahiya parlemanê de girtin, herwiha li pêşiya avahiya hikûmetê û cihê mana serokwezîr jî xwepêşander kom bûn û dirûşmên tund li dijî hikûmetê û Pashiniyan dan û êrişî ser buroya wî kirin û ew bi xiyanet û nepakiyê tometbar kirin.

Herwiha opozisyona Ermensitanê bang li Pashiniyan kir, ku dest ji kar berde.

Serokomarê Azerbaycanê, Îlham Aliyev di gotarekê de li televîyona fermî ya welatê xwe, serkeftina Azerbaycanê di şerê li herêma Nagorno Karabaxê de ragihand û ew weke “Teslîmbûna Ermenistanê” û sepandina “kampîtolasiyon” bi ser Yerivanê de bi nav kir.

Aliyev di gotara xwe de: “Min pêştir ji we re got, emê wan derxînin, emê wan wek kûçikan derxînin û me ev yek jî kir.”

Li gor rêkeftinê, navçeyên ku di şerê vê carê de ji aliyê artêşa Komara Azerbaycanê ve hatine kontrolkirin, di destê Azerbaycanê de dimînin, herwiha Ermenistan dê 3 navçeyên din heta demeke diyarkirî radestî Azerbaycanê bike û jê vekişe.

Di vê çarçoveyê de, Ermenistan dê heta 15ê Mijdarê navçeya Kelbajar, 20ê Mijdarê Agdam û heta 1ê Kanûnê jî navçeya Laçînê radetî Azerbaycanê bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî derbarê rêkeftina agirbestê de ragihand, tevahiya pevçûnên leşkerî tên rawestandin û hêzên herdu aliyan li cihên xwe yên niha dimînin û hêzên aştîparêz ên wî welatî dê li ser sînorê navbera herdu aliyan bên belavkirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî diyar kir, 1960 serbazên Rûs bi rêya esman ve bo herêma Nagorno Karabaxê tên şandin û erka wan çavdêrîkirina agirbestê dibe.

Serepeyv