Mijdar 08, 2020 22:37 Asia/Tehran
  • Azerbêcanê ragihand ku bajarê Şûşe yê stratejîk bi dest xistiye

Serokomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev dibêje: Hêzên wan bajarê Şoşe yê stratejîk ê herêma Qerebaxê bi dest xistiye.

Aliyev di hevpeyvîneke xwe de wiha got: “Ala Azerbêcanê li ser bajarê Şoşe li ba dibe. Şoşe ya me ye, Qerebax a me ye. Ez vê destkeftiyê li gelê Azerbêcanê pîroz dikim.”

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî îro diyar kiribû ku şerê dijwar ji bo bidestxistina bajarokê startejîk, diqewimin ku berê jî serokê Qerebaxê Aryk Harutyunyan wek “dilê Ermenan” bi nav kiribû.

Lê belê piştî ragihandina Azerbêcanê ku bajar bi dest xistiye, Ermenistanê hîna tu daxuyanî nedane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 27`ê Îlona borî ve li herêma Qerebaxê di navbera Ermenistan û Komara Azerbêcanê de şer heye. Tevî ku 3 caran agirbest hate ragihandin, lê belê dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî şandine Azerbaycanê daku li kêleka artêşa Komara Azerbêcanê şer bikin, her ji ber alîkariya dewleta Tirkiyê ya leşkerî û bi çek û sîlaha û balafir û helîkopteran şerê dijî Qerebaxê dewam dike.

Serepeyv