Cotmeh 28, 2020 12:18 Asia/Tehran
  • Îdiaya êrîşa mûşekî ya Ermenistanê ser bajarê Berdeyê derew hat zanîn

Şûşan Stipaniyan, Berdevkê Wezareta karên derve ya Ermenistanê nûçeya têkildarî êrîşa mûşekî ya vî welatî ser bajarê Berdeyê yê Komara Azerbaycanê derew da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Şûşan Stipaniyan got: Nûçeya êrîşa mûşekî ser bajarê Berdeyê bêbingeh û komployeke qirêj e.

Heket Haciyêv, Alîkarê serokomarê Komara Azerbaycanê di peyameke twitterê da îdia kiribû ku hêzên Ermenistanê bi binpêkirina agirbesê, bajarê Berdeyê dane ber mûşekan ku di encamê da 3 welatiyên sivîl hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

 

Serepeyv