Pûtîn û Erdoxan derbarê alûgorên Qerebax û Sûriyê bi rêya telefonê axivîn
Cotmeh 28, 2020 09:22 Asia/Tehran
Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê derbarê alûgorên Qerebax û Sûriyê şêwirîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Koşka Krêmlînê ragihand: Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdoganê serokomarê Tirkiyê tevî gotûbêja derbarê rewşa navçeya Qerebaxê, derbarê aramiya Sûriyê jî axivîn.
Pûtîn di vê gotûbêja telefonî da tevî amajeya bi têkiliya digel serokên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê û kiryarên pêkhatî jibo pêkanîna agirbesê di dema herî lez da, nîgeraniya xwe ya giran ji pevçûpnên berdewam û tevlîbûna berfireh a têrorîstan di vê kêşeyê da diyar kir.