Cotmeh 26, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Sêwemîn agibesa ragehandî li Qerebaxê jî hat binpêkirin

Wezareta berevaniyê ya Komara Azerbaycanê çend sietan piştî ragehandina agibesa sisyan li Qerebaxê, hêzên çekdar ên Ermensiatnê tawanbarî binpêkirina wê kir.

Wezareta berevaniyê ya Komara Azerbaycanê di daxûyaniya xwe de aniye: "Eskerên Ermenistanê bi binpêkirina agibesa însanî gulleavêtin û êrişa ser hêzên çekdar ên Azerbaycan û cihwarê jiyanê diomîne. Eskerên Ermenistanê eskerên Azerbaycanê li Tartar, Aqdam, Fizûlî û Qubadaliyê didin ber gullan  û agibesê binpê dikin."

Ji aliyê din ve  Wezareta berevaniyê ya  Ermenistanê  aliyê azerbaycanî bi binpêkirina agibesê li navça Qerebaxê tawanbar kir.

 Îlham Elîêv serokkomarê Azerbaycanê li bara operasyona eskerî li Qereabxê ku ji aliyê artêşa vî welatî piştî êrişên Ermenistanê destpê bûye got: aliyên ku daxwaza agibesê dikin di eynî demê de çekan didin Ermenistanê.

 

 

Serepeyv