Bertekên li hember gotinên Gulbudîn Hikmetyar li bara damezrandina dewleta demkî ya Efganistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320784-bertekên_li_hember_gotinên_gulbudîn_hikmetyar_li_bara_damezrandina_dewleta_demkî_ya_efganistanê
Şêwirmend û berdevkê serokkomariya Efganistanê gotinên serokê partiya Îslamî ya vî welatî derheq damezrandina dewleta demkî wek tenha riya çareserkirina qeyrana vî welatî rexne kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2020 07:44 Asia/Tehran
  • Bertekên li hember gotinên Gulbudîn Hikmetyar li bara damezrandina dewleta demkî ya Efganistanê

Şêwirmend û berdevkê serokkomariya Efganistanê gotinên serokê partiya Îslamî ya vî welatî derheq damezrandina dewleta demkî wek tenha riya çareserkirina qeyrana vî welatî rexne kirin.

 Şah Huseyn Murtezewî şêwirmendê pilebilind ê serokkomarê Efganistanê roja Yekşemiyê wek berteka li hember gotinên Gulbudîn Hikmetyar got: Hikmetyar nusxeya dewleta demkî li sefera xwe ya vê dawiyê ji Pakistanê anîbû.

 Murtezewî got, plana damezrandina dewleta demkî li Efganistanê işkest xwariye.

 Sidîq Sidîqî berdevkê erga serokkomariya Efganistanê jî li berteka li hember gotinên Hikmetyar li bara damezrandina dewleta demkî li vî welatî got: Wî li salên derbasbûyî xêncî çend gotinan û dijberiya li hember dewletan tu peyameke din bo gelê Efganistanê tinebûye.

 Gulbudîn Hikmetyar Yekşemiyê piştî sefera xwe ya vê dawiyê ya Pakistanê got  ku koma Talibanê dewleta niha ya Efganistanê bi serokatiya Muhemed Eşref Qenî qebûl nake û tenê rêçareya pirsgirêkên vî welatî, pêkanîna dewleteke demkî ye.