Fayiz El-Serac û Hefter dê roja pêncşemê li Parîsê bicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i319559-fayiz_el_serac_û_hefter_dê_roja_pêncşemê_li_parîsê_bicivin
Serokê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih dê roja pêncşemê li Parîsê bi serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re bicivin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2020 11:05 Asia/Tehran
  • Fayiz El-Serac û Hefter dê roja pêncşemê li Parîsê bicivin

Serokê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih dê roja pêncşemê li Parîsê bi serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re bicivin. 

Çavkaniyekî leşkerî di fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê de diyar kir  ku ji bo nîqaşkirina pêşketinên rewşa siyasî û ewlekariyê yên dawî li Lîbyayê, dê serokê artêşê Xelîfe Hefter û serokê parlemanê Eqîle Salih û serokê Meclisa Rêveber a Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac bicivin.

Heman çavkaniyê ji tora El-Erebiye re ragihand ku civîn dê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi hevkariya Fransayê were pêkanîn.

Hin malperên fransî ji ber beşdarbûna El-Serac di civînê de, bi guman in. Ev yek jî ji ber fişara dewleta Tirkiyê ya li ser hikumeta Wîfaqê ye