Li Afganîstanê di êrîşeke hember yekîneyeke leşkerî de 7 leşker mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i318491-li_afganîstanê_di_êrîşeke_hember_yekîneyeke_leşkerî_de_7_leşker_mirin
Li eyaleta Gazne ya Afganîstanê, êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî ve li hember yekîneyeke leşkerî pêkhat û 7 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 15:51 Asia/Tehran
  •  Li Afganîstanê di êrîşeke hember yekîneyeke leşkerî de 7 leşker mirin

Li eyaleta Gazne ya Afganîstanê, êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî ve li hember yekîneyeke leşkerî pêkhat û 7 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê wezareta karên navxwe Tariq Aryen ji çapemeniyê re ragehand, li herêma Kotal Ravza ya Gazneyê bi wesayîteke bombebarkirî ve êrîşek li hember yekîneyeke leşkerî pêkhat û di wê êrîşê de 7 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan, 16 karmendên ewlehiyê anku leşker jî birîndar bûn.

Heta naha ti aliyekî êrîş negirtiye ser xwe, lê belê wer xuya dike ku ev êriş karê Koma Talibanê bibe.