Em çawa pisporiya Nagotinê hîn bibin?
Heke Nagotin li hember daxwazên neberaqil ji bo te dijwar e û ev yek bûye sebeb ku ewilewiyetên kesên din li hember xwe vebijêrî, dema guherînê hatiye.
Hînbûna Nagotinê ji bo parastina sînorên kesane û terkîza li ser ewlewiyetên xwe pêwîst e. Di dewamê da hin rêkarên bingehîn ji bo xurtkirina vê pisporiyê tên raberkirin:
1 - Rastbînî: Bipejirîne ku tu nkarî hemî karan pêk bînî û Nagotin te ji bo karên giringtir amade dike.
2 - Ji dadweriyê netirse: Heke kesek ji ber Nagotina te, tu wek Xwehez bi nav kirî, pêwîst e venihêrîneke cidî li ser kualîteya wê têkiliyê pêk bînî.
3 - Filitîn ji razîkirina hemiyan: Tu berpirsê razîkirina hemiyan nînî; enerjiya xwe dayîne ser têkiliyên watedar.
4 - Bala xwe bide ser aliyên erênî: Bi Nagotina li daxwazekê, di rastiyê da ji derfet û sozên xwe yên giringtir ra dibêjî, 'Erê'.
5 - Keşifkirina koka pirsgirêkê: Hegera sereke ya nerihetiya xwe ji nagotinê nas bike.
6 - Rêbazên Nagotinê nas bike
7 - Bihêz û aram biaxive.
8 - Zimanê Leş li ber çav bigire.
9 - Hegereke kurt raber bike.
10 - Pêşniyaza dewsgir raber bike.