Kanûn 24, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • Modela nû ya Hişê Çêkirî ya Google'ê; baştir ji ChatGPT'ê!

Modela nû ya Hişê Çêkirî ya Google'ê bi navê 'Gemini ۳ Flash' li hinek Benchmark'an ji modela nû ya GPT-5.2 a Kompaniya OpenAI'yê jî baştir dixebite.

Tenê mehek ji ravberkirina modela Hişê Çêkirî ya Gemini 3 Pro'yê di Mijdara 2025an da derbas bûye ku Kompaniya Google'ê dest bi raberkirina versyoneke kêrhatîtir ji modela herî nû ya Hişê êkirî ya xwe bi navê 'Flash' kiriye.

Li gorî gotina vê kompaniyê, ev modela nû funksyona argûmental a profesyonel a weke modela xwe ya aldar bi têçûyeke hindik raber dike û wê ji bo bikaranîna rojane îdeal dike.

Ev model di Benchmark'an da bi awayekî berçav baştir ji modelên nifşa berê ya Google'ê di nav da Femini 2.5 Pro kar dike. Xala berçavtir ev e ku di cerribandina Google'ê da, vê modelê karî digel modela GPT-5.2 jî ku ji bo sekinîna li hember Gemini 3 Pro'yê hatibû meydanê, bikeve rikeberiyê.

Wek mînak, di komele ezmûnên dijwar ên 'Humanity's Last Exam' da modela 'Flash' kêmtir ji 1% xirabtir ji modela GPT-5.2 xebitî.

Helbet divê em bibînin dema ku her du model bi awayekî berfireh hatin berdestkirin, dê berteka xelkê çi be. Bi vî halî, ev rastî ku modela 'Gemini ۳ Flash' nêzikî modela GPT-5.2 ye û haleta argûmental profesyonel tê da heye, nîşaneyeke nîgeranker ji bo OpenAI'yê ye.

Serepeyv