Bêdengiya hestiyan; çawa xilxilîna hestiyan bêdeng gefê li tenduristiyê dixwe?
Xilxilîn û pûkebûna hestiyan ji nexweşiyên herî nihênî ye ku bi salan bêyî ku nîşaneyeke wê hebe pêş diçe û tenê bi şikstineke nişkêvayî aşkira dibe.
Xilxilîna hestiyan cûreyeke nexweşiyê ye ku li gorî gotina pisporan roja îro ne tenê extiyar, belkî jinên navsere,kesên bi şêwaza jiyana bi livdariya kêm û heta xort jî xistine bin bandorê û bûye kêşeyeke cidî li dijî tenduristiya gelemperî.
Dema hestî dixilxilin û pûke dibin, çi guherîn di leşî da diqewimin?
Xilxilîna hestiyan cûreyeke nexweşiyê ye ku tê da tevnik û pêkhateya hestî tûşî kêmbûna çirratîyê dibe û şiyana wê ya berxwedana li hember giranî û derbeyê kêm dibe.
Berovajî zihniyeta gelemperî hestî bûnewerên zindî ne ku berdewam ji nû va tên çêkirin. Dema ku leza xirabûn û xilxilîna hestiyan ji leza çêbûna wan zêdetir bibe, xilxilîn û pûkebûna hstiyan diqewime û hestî sist û berziyan dibe.
Hokarên bibandor di xilxilîna hestiyan da
Zêdebûna temen
Bêhêvîbûna ji zarokanînê di jinaan da
Raboriya malbatî ya şikestina hestiyan
Kêmasiya Kelsyûm û Vîtamîna D
Bêtevgerî yan rûniştina demdirêj
Cixarekêşan û vexwarina elkolê
Nexweşiyên demdirêj weke Baya (Romatîzm) movikan
Bikaranîna demdirêj a Kortonan
Nîşaneyên nexweşiya Xilxilîna Hestiyan
Kurtbûna bejnê bi derbasbûna demê ra
Tengenefesî û dilêş
Hesta êşê di beşa xwarîn a kemberê
Êşên nişkêvayî
Guherîna rewşa leşî
Şikestina hestiyan