Hişê Çêkirî çiqasî jîrtir be, ewqasî jî xweheztir e
Lêkoler tê gihîştin ku pergalên Hişê Çêkirî ku jibo têgihîştin, berhemanîn û bersivdana bi zimanê mirov hatine çêkirin, di atmosferên komî, beşdariyeke kêmtir hene û dikarin tevgeriyana komî ber bi aliyê nerênî va bibin.
Bi gotineke sadetir, çiqasî Hişê Çêkirî di argûment û gengeşeya mentiqî da bihêztir bibe, ewqasî jî kêmtir dixwaze hevkarî bike.
Li gorî vê lêkolînê, ev taybetmendî anegorî pêşwaziya ber bi zêdebûnê ya xelkê bi taybet ciwanan ji bikaranîna hişê çêkirî ji bo çareserkirina nakokiyên kesane û şêwirînê wek hokara nîgeraniyê tê nirxandin.
Metirsiya girêdayîbûna hestbarî bi Hişê Çêkirî yê xwehez
Serperestê vê lêkolînê hişyarî dide: Dema ku hişê çêkirî weke mirov tev digere, xelk jî pê ra weke mirovek reftar dikin. Dema ku bikarhêner ji hêla hestbarî va pê ra mijûl dibin, dibe ku hişê çêkirî rola terapîstekê bigêre. Di rewşeke wisa da, spartina biryardanên têkildarî pêwendiyên civakî bo pergalekê ku bi fêzatî û xwehezane tev digere, ji bo mirovan gelekî xeternak e.
Cerribandina di pratîkê da: Lîstika 'Kelûpelên gelemperî'
Di cerribandinekê da du modelên ciyawaz ên ChatGPT'ê di lîstika 'Kelûpelên gelemperî' da hatin pêşberî hevûdu. Her modelekê bi 100 puenî dest pêp dikir û divê ji nava du bijardeyan hildibijart: Yan hemî puenan veguhezîne nav sindoqeke hevpar ku piştra dibû du beranber û bi awayê yeksan dihat belavkirin, yanî jî puenan ji bo xwe bihêle.
Encaman bi awayekî aşkira xweheziya modelên jîrtir nîşan da: Modelên bêyî argûment û gengeşeya pêşketî di sedî 96 ji babetan puenên xwe dabeş kirin; di halekî da ku modelên xwedî qabiliyeta argûment û gengeşeyê, tenê di sedî 20ê babetan da ev kar kirin.
Bandora wêranker li ser reftar û tevgeriyanê
Hişyariya mezintir demekê aşkira bû ku modelên xwedan hêza gengeşeyê (yên xwehez) û modelên bêyî qabiliyeta gengeşeyê (beşdarane) ketin kêleka hevdu. Tevgeriyana xwehezane ya modelên argûmental û gengeşeker bû weke vîrûseke vegir û xebata komî ya modelên bêyî hêza gengeşeyê sedî 81 kêm kir ku dûhatên wê ji bo pêşerojê giring in.
Hişyariya dawîn: Hişê Çêkirî divê 'Hişê Civakî' hîn bibe
Encama vê lêkolînê ev bû ku, jîrtirbûna modeleke argûmental û xwedan hêza gengeşeyê ya Hişê Çêkirî bi tu awayî nayê wateya şiyana wê ji bo avakirina civakeke baştir. Ev encam nîşan didin, pêşxistina Hişê Çêkirî divê bala xwe bide ser perwerdekirina hişê civakî, ne ku tenê rikeberiya li ser afirandina modela herî jîr û bilez.